25 Ekim 2016 Salı

Biratiya derbeyê ji biratiya axretê sed car çêtir e

Omer,

Ez îro hinekî baştir im. Qe nebe pozê min naherike. Lê qirika min hêj dişewite û hinekî dikuxim. Îro min bi aveke kelandî serê xwe şûşt, hinekî hatim ser hişê xwe, lê hinekî girantir û sisttir bûm. Dengê min hinekî ketiye, pozê min hinekî xitimî. Ez rewşa te fam dikim, temam tu naxwazî biaxivî, qe nebe li nexweşiya min bipirse zalim, ne bi devkî, bi nivîskî. Hema bêje, Xwedê şîfê bide te, ma qey pir zor e? Her kes dibêje tu çawa yî, kes nabêje nexweşiya te çawa ye? Wele nexweşiya min xirab e, Xwedê neyîne serê tu kesî. Te gotiye bi saetan bi salan dikarim binivîsim, min jî piştî vê hevokê got qey herhal te pişt li nivîsê şikandiye. Lê canê te sax be. 

Te qala Mirad kiriye. Xwedê "Mirad"ê her kesî bide wan, baş e ku heye. Te dizanibû Mirad hevalê min ê şeva derbeyê ye? Hevalê derbeyê ji hevalê axretê jî çêtir e. Şeva 15ê Tîrmehê bû. Li Stenbolê em bi hev re digeriyan. Dû re me biryar da ku em biçin mala me. Di rê de hat gotin ku derbe çêbûye lê me qet bawer nekir. Piştî ku em gihaştin mal û me li nûçeyan filan mêze kir, encax me bawer kir. Şeveke pir ecêb bû. Heta sibê em ranezan. Dengê teqînan, balafir hingî di nizm re difiriyan, mal dihejiya. Piştî ku ew spikera Trtê jî xeber da, êdî me bi temamî baweriyê lê anî ku derbe ye û em ê nikaribin derkevin derve. Em tirsiyan, me got em ê çi bikin di mal de bi rojan, bê xwarin. Îja ku av jî bê birîn? Min teştek tije av kir. Lê deng dihat, milet derdiket derve, digotin dikan û banqeyan vala kiribûn. Min got qey ez jî pîr û yextiyar bûme, çimkî êdî em jî ji nifşê derbeyê bûn. Axir bi serê sibê re her tişt diyar bû, em derketin derve. 

Berê min Mirad ji ber Kurdîgehê nas dikir, lê em qet neaxivîbûn. Sal 2010-11 bû herhal, ez ciwan bûm, nezan bûm, xwîna min dikeliya, bi wê zanebûniya (nezaniya) xwe ya wê çaxê (16 salî bûm) min rabûbû bêedebiyek kiribû ji ber zimanê kurdîgehê (tevî ku ne serwextê ziman jî bûm, tew niha jî ne serwextê wê me û ne hedê min e nirxandinek li ser ziman bikim) û min bi bêedebiyeke mezin gotibû "malpera we bi kêrî tu gûyî nayê" û bi ehmeqiya xwe ya wê çaxê min di vê gotina xwe de israr kiribû. Dû re Mirad mala wî ava ez muxatab girtim (ez bûma min yekî wekî xwe yê wê çaxê muxatab nedigirt û careke din pê re nediaxivîm) û bersiveke nameyî ya bi navê "Ji cenabê Înan Eroglu re" ji min re nivîsî, bi zimanekî henûn, nerm û jidil. Tew camêr gotibû min cenab, tu ji xwe re li min û qama min. Lê min ji vê bersivê jî fam nekiribû û bi cesareteke ehmeqane û bêedeb min jî nameyek bersivî bi navê "Ji cenabê Mirad Gundikî re" jê re nivîsîbû û xwedêgiravî min şaşiyên gramatîk ên nivîsên wan destnîşan kiribû û di gotinên xwe yên berê de bi israr bûm. Ew nivîs min li cem xwe qeyd kiribûn, lazim e li cem min bin. Ser meselê, tevî ku min ê piştre gelek caran di çîrokên xwe de "fekirin" binivîsiya, lê bi serhişkiyeke mezin min gotibû "îja "feke" çi ye, tiştek wiha tune ye filan". Ji ber ku haya min ji devokên din tunebû, ji ber ku min digot qey dinya li dor zimanê min û dê û bavê min digere. Piştre min gelek fedî kiribû ji van gotinên xwe û nivîsa xwe. Ez pir li ber vê bêedebiya xwe ketibûm. Ez wê çaxê ergen bûm Omer, belkî ji ber vê be, tu niyeteke min a xerab nîne, di wan çaxan de meriv bêtir serhişk dibe û dibêje qey her tişt wekî me ye. Ma qey tu jî ne serhişk bûyî wan çaxan pismam? Ez wer difikirim ku sernermtir û henûntir dibim her ku bi sal û temen dibim, bîra tiştinan dibim. 


Mirad, Birûsk û ez. 2013, Diyarbekir.

Ev jî wêneyekî min, Birûsk û Mirad e. Sibat e 2013an e ne şaş bim. Hingê min û Birûsk cara ewil hev didît, ew ji Qiziltepê hatibû, ez jî ji Bismilê. Birûsk û Mirad jixwe ji zû ve hev bas dikirin, hê ji wexta çêkirina malpera Kurdîgehê, bi hev re xebitîbûn. Ji bo ku Birûsk bibînim hatim Diyarbekirê. Mirad jî ji bo ku Birûsk bibîne hatibû. Ev cara duduyan bû ku min û Mirad hev dîtibû. Êdî min ew bêêdebiya xwe ji bîr kiribû, lê xuya ye Mirad ji roja ewil de bi camêriyeke mezin ji bîr kiribû. Cara ewil, dê bê bîra te, li merasîma pêşbaziya Abdullah Duran. Ez û birayê xwe bûn. Tu, Mirad û hevalekî din ji derve hatin. Tam wexta ku em ê bi asansorê hilkişiyana jor, hûn hatin. Ez hinekî şaş mam û min fedî kir. Ji ber ku wê çaxê yekî şermok bûm (niha jî ew şermokî hinekî heye) û me yê nû hev bidîta û ji ber wê bêedebiya min a li Mirad. Loma tevî ku min hûn nas kirin jî, min nekarî silavê li we bikim û xwe bidim naskirin. Wê çaxê te xwe keçel kiribû Omer. Em bi hev re ketin asansorê. Hê jî min nizanibû ka ez çi bikim, biaxivim an na, di xwe de diqirqilîm. Soxî wek ku min hûn nû nas kiribe, min got "Oo Omer tu yî?" û wiha em axivîn. Piştî merasîmê tevî ku Mirad got tu jî bi me re were em herin li ciyekî rûnin, lê diviya ez biçûma. Bi rastî jî Mirad yekî bi xeberdan bû û bi ya min ev tiştekî pir xweş e, xeberdana wî cesaretê dida meriv ku em jî xeber bidin. Yekî xweşbêj, henûn, henekçî û xwediyê hemû kenên dinyayê. Ez bi xwe çaryekê wî jî nikarim bikenim. Piştre her ku çû dostaniya me geşe stend, em bûn dostên ji dil û can. Gava çûm Stenbolê piraniya wextê me bi hev re derbas bû. Gava li Diyarbekirê jî piranniya cara ku dihatim, dihatim cem wî. Tu neaxivî jî, bila ew her biaxive Omer.

Înanolo

(Têbînî: Omer, min di nameyeke xwe ya ewil de jî gotibû, heke me hest pê kir ku em xwe sansur dikin, em vê blogê ji kesên derve re bigirin. Jixwe em ê her tim ji hev re binivîsin, gumana me ji vê yekê nîne. Lê daxwaz û ricaya min ji te û Birûsk ew e ku em vê blogê ji kesên derve re bigirin, ez wer yeqîn dikim ku bi vî awayî ez ê her tiştî bi rihetî karibim binivîsim. Ji kerema xwe vê daxwaza min qebûl bikin. Lê hûn çi biryarê jî bidin, ez li gel we me. Spas.)