Vê siba xêr min xewneke mûhteşem dît. Belkî tu bawer nekî, lê İsmail Beşikçi hat xewna min. A bi vî Xwedayê jor, rast dibêjim. Em pev re dimeşiyan û bi kurmancî dipeyivîn. Min jê pirsî: "Çima edebiyata zarokan wernagerînin Zazakî?" Li min vegerand û got: "Min ji hevalan re got. Divê wergerînin." De were û kêf neke. Ez di xewnan de jî dev ji ziman û kurdperestiya xwe bernadim. Subhanelah.
Pismam, te qal kiriye ku her tişt ji te re wek dubareyê tê. Heger heyata me seranser di nav dubareyan de be, gelekî normal e ku hevokên me jî her xwe dubare bikin. Ji van dubareyan aciz nebe û nefretê jî jê neke. Ev hevok jî parçenin ji heyata te ne. Heta ku şêweya te ya heyatê neguhere, zehmet e ku hevokên te biguherin. Meriv hin tiştan nizanibe, baş e. Meriv zanibe ku peyva "nizanim"ê peyveke pir xweş e jî, pir baş e. Tu heyranekî mezin ê Albert Camus î, lazim e ku herî pir tu jê hez bikî di nav me de. (Min got Camus hat bîra min. Berê telafûza min xirab bû, loma çawa dihat nivîsandin, min wer dixwend. Ji dêvla ku bibêjim Kamû, cardî min digot Camûs.) Te kitêba wî ya Biyanî xwendiye, tu baştir zanî. Di her du hevokên xwe yên ewil de wer dibêje: "Îro diya min mir. Nizanim, belkî jî duh bû." Ev wergera min a ji Tirkî ye. Fawaz Husên jî ji Fransî wergerandiye, lê min wergera wî nexwendiye. Heke li ber destê te hebe, dikarî her du hevokên ji wergera wî binivîsî, pir meraq dikim?. Tu hevokên kitêban bi qasî van hevokan tesîr li min nekiribû. Heta niha min çend caran gotibe nizanim, tev ji belaya wî ye. Min di Lîse 2yê de, di dersa edebiyatê de jî li ser vê kitêbê analîzek kiribû. Dixwazim rojekê nîşanî te bidim. Ji peyva nizanimê jî netirse, jê hez bike.
Emero, te ji min re wêneyek şandiye. Ez ê jî ji te re bişînim. Lê ji ber ku telefona min a nû wêneyan nagire, ez ê dîmena kompîterê print screen bikim û ji te re bişînim. Telefona min ji wan Nokiayên berê ne, gelekî sivik e. Carinan lîstika maran û ya erebeyan tê de dilîzim, lîstika topê jî heye, ew jî gelekî xweş e. Niha li Eyaz Yusiv - Bes Xwe Giran Ke guhdar dikim. Deng tune pismam, tenê wêne heye, lê bes bibihîse çi dibêje zalim: "Tu xwe d'xemlînî bi lewendî şala Mêrdînê / Cotkeziyan berd'dî reşmarên ser milê zînê."
Îlon 2016, Mêrdîn. |
Herî dawî gava ez bi Birûsk (Birûsko an jî Brûsko, ev çend sedsal e em dostê hev ên kevnare ne, lê hê jî nizanim ka ji te re bêjim Birûsko an Brûsko, vê meseleyê ji hev safî bike) re peyamlemîş bûm (Şakiro di kilameke xwe de dibêje hemamlemîş bûn) gote min ku ez Yaratana Borges dixwînim, tiştekî zahf manyaq e. Ev kurik zahf ji tiştên manyaq hez dike Xwedêwekîl. Min got Borges tu nabêjî çi hat bîra min. Min bala xwe dayê, keçikên xweşik î baş ji kurikên xweşik î baş zêdetir in. Ji ber vê îhtimala rastiya wê gotina "jina çê dibe para mêrê kotî" pir pir zêde ye. Te dî Borges gotiye "ez dibêjim qey xwendevanên baş ji nivîskarên baş kêmtir in." Orhan Pamuk jî îqtibasek ji vê gotinê kiriye û gotiye: "Wer ji min re tê ku edebiyata baş ji entelektuelên baş kêmtir e." Ez jî îqtibasekê ji her duyan dikim û dixwazim bibêjim ku ez dibêjim qey kurikên xweşik î baş ji keçikên xweşik î baş kêmtir in. Li gor vê mantiqê, kurikên xweşik î baş dibin xwendevan û edebiyat, keçikên xweşik î baş jî dibin nivîskar û entelektuelên baş. We go çi?
Pirseke dawî bo te pismam. Meriv çawa dikare keçikekê bike hezkiriya xwe? Tecrûbeyên te di vî warî de zahf zêde ne. Çend şîret û pêşniyazên te bo me nîne, hii?
Înanolo
P.S.: Piştî vê xewnê bi lez û bez min ji Kek Salîh Suleymanî re nivîsî ku ji kerema xwe vê xewna min ji İsmail Beşikçi re bibêje. Mala wî hezar ava be daxwaza min venegerand û ji İsmail Beşikçi re got. İsmail Beşikçi li ser xewna min gotiye, "Ez ferman dikim, bila Înan hemû berhemên zarokan ên Tirkî bike Kurdî."
Ez ê îro xwe bikujim. Bextewariyeke jê mezintir tune ku İsmail Beşikçi qala min kiribe. Fermana wî ji bo min bextewariya herî mezin e. Mala wî deh hezar caran ava be.
Gelek spas bo Kek Salih, ku vî wêneyî girtiye û ji min re şandiye. Ez ê vî wêneyî çap bikim û li dîwarê mala xwe bizeliqînim.
Salih Suleymanî û İsmail Beşikçi. Îlon 2016. Soran / Herêma Kurdistanê. |