Gava ez îro ji nûçeyê vedigeriyam mal, min nameya te di otobêsê de dît û xwend. Stresa nûçeyê, kul û keder hinekî bi xêra nameya te û wêneyên Brusko belav bûn çûn. Berê min li nameyê nihêrî, paşê kûr kûr li herdu wêneyên Brusko. Min ji vî îşî nameyan û wêneyan hez kir, em dewam bikin.
Eyn vê sibê ez dîsa çûm li ba Zahid Usta min şorbenîskek xwar-vexwar. Dîsa tije bibûn hemû mase. Bi ''afiyet be ji we re''yekê ez li maseyeke ji çaran sê par tije rûniştim û min mase tije kir. Payîz e û germahiya şorbeyê delal û ezîz e. Tu ne niha, lê were em zivistanekê herin şorbeyekê li wir vexwin. Ne tenê êkla şorbeyê, atmosferê wê derê asas pir xweş e. Nizanim ji çi ye, gava ez li wir rûdinim jî gava ji wir radibim jî xwe wek di romanekê de hîs dikim. Ha min ji zû de ve ye roman nexwendine, naxwazim bixwînim. Em her roj romaneke dibînin law van royan, ne hewceyî xwendina roman momanan e!
Va sala çaran e ez li Diyarbekirê me Înano. Li vir atmosfera muzikê ya serê sibê halk müziği ya bi tirkî ye her tim. Li kafeyan, li xwarinxaneyan, li dikanan, li dolmişan min muzikeke kurdî ya li atmosfera serê sibê tê nedîtiye heta niha, ne zivistanan ne jî havînan. Berê, çaxa ez nû hatibûm Diyarbekirê, ez bi gazinc bûm ji ber van muzikên bi tirkî. Lê niha qet şikayet nakim û berovajî tew, hez dikim ji van muzikên bi tirkî. Çinku ne muzikên bi kurdî lê muzikên bi tirkî li atmosfera niha ya Diyarbekirê tê. Heza min qulibî ser vê encamê yan jî, nizanim. Ber bi esir ez li ser donerciyekî ku duh çûbûmê ketim û min dîsa donerek xwar û dewekî vekirî jî di ber re. Îcar jî stranên Kazım Koyuncu û Karmate lêdiketin.
Ji ber nîqaşên boş î beredayî min dev ji Twitterê berdaye, Facebook jî herwiha. Instagram xweş bû hinekî, li wir jî nîqaşên ecibandin û neecibandinê hene, sebra min li wir jî nehat; min ew tew ji kokê ji telefonê rakir. Wê roya hanê ji min re behsa SnapChatê kirin. Nizanim çi ye tiştekî çitonî ye, min go ez tew xwe di wê ranekim, îcab nake. Bes ji ber karê rojnamegeriyê tevî ku tiştekî nanivsînim, li ser Twitterê nûçeyan ji neçariyê aktîv dişopînim. Xulqê min zû teng dibe Înano, çi bikim, ez jî wanî me..
Sonê, Îlon 2016, Diyarbekir |
Li ber mala me Sonê heye, her cixarê dikişîne, dide çêran û li dor Sûrê çerx dibe. Dibêjin dîn e, çi wext û ji ber çi dîn bûye, nizanim. Vê êvarê min dît dîsa dimeşe, dide çêran û cixarekê dikşîne. Min ji dûr ve wêneyeke wê girt. Hay ji vê wêneyê tine, ew niha li vir e û em behsa wê dikin. Tiştê em dikin li gor etîka wênegirtinê tiştekî çitonî ye Înano? A rast, ez pir nêwêrim bêyî destûr wêneyan bigirim. Çend caran qeherîn ji min re, li ser wê tirsê, ez wer tirsok elimîm makîneya xwe.
Te pirsiye ku ka ez ê di rojnamegeriyê de dewam bikim yan na. Ji siyasetê nefret dikim, ji ber ku ajansa ez pê re dixebitim zêdetir tiştên polîtik diweşîne û ez jî ji neçarî rojeva siyasî dişopînim hinekî westiyame ji niha ve. Yek jî di karê rojnamegeriyê de divê tu însanan nas bikî û tehmûla te hebe û tim biaxivî bi însanan re. Yanî divê tu sosyal bî. Ew sosyalbûn jî bi min giran tê. Eger ku ez karekî dûrî însanan û pê ez kanibim debara xwe bikim bibînim ez ê tavilê dev ji rojnamegeriyê berdim. Ew jî dûrî min û xeyalan e niha.
Em werin ser meseleya dosyeya min a nebixêr. Ez dîsa rûniştim min name û rojnivîsk û çîrok dan ser hevdu ji nû ve. Eyba min, min xwend ve-xwend, min go nebûye, ne ti tişt e û min jê bir. Duh ne pêr ez bi poşmaniyekê lêgeriyam, min nedît. Dev jê berde. Dosye hebe çi ye nebe çi ye. Qey wêje ji min re dibêje divê tu bikemilî, bi min wer tê. Te çito kir a xwe? Bi Xwedê ku niha derkeve taqeta min a ku ez bixwînim tine, bihêle çend salên din Înano. Henek henek lo, tu û kêfa xwe.
Silav û gulavên dixwazin wer rakevin..
Omeros