30 Eylül 2016 Cuma

Bextewarî çi tiştekî xweş e

Omeros, 'ezîzê min,

Sibehan bi nameyên te çavê xwe vedikim. Bi meraq blogê vedikim û lê dinerim ka te çi nivîsiye, Birûsko çi belav kiriye. Kêfa min jî gelek ji vî îşê wêneyan û nameyan re hat. Heta dawiya 'umrê xwe, em ji hev re binivîsin ji kerema xwe. Birûsk wêneyên xweş belav dike, çend hevokan jî lê zêde bike, hew dibe. 

Payîza vira wek zivistanê ye ji min re Omer. Zû dicemidim, zû nexweş dikevim. Bayê wê pir zêde ye. Lazim e li vir ji xwe re li şorbefiroşekî bigerim da ku sibehan biçim zikê xwe têr û germ bikim li cem. Şorbe xweş e ji bo sermayê, tu zanî. Ê tu wek cara din ne misaît bî, ez zivistanê nayêm Diyarbekirê. Beriya wê bi çend rojan divê xebera min jê çêkî ku tu misaît î û ez bi vî awayî werim ku em herin şorbeyê vexwin. Em Birûsk jî bibin, dê ji şorbeya wir hez bike. Muzîka Diyarbekirê bêtir bi tirkî ye, ji ber ku her mekan muzîka xwe tayîn dike. Li Mêrdînê muzîka kurdî û tirkî bi hev re heye, tevî ku ereb jî li vira gelek in, hêj li mekanekî rastî muzîka erebî nehatime. Belkî jî ez rastî mekanekî wiha nehatime, nizanim, çêdibe. Her çi jî be, bi her zimanî muzîkên pir xweş hene, bi qasî ku ji însanên baş zêdetir. Ji te re wêneyek dişînim. Di wêne di Zeki Müren - Veda Busesi heye. Tu zanî, rojekê ji Zeki Müren dipirsin ka çima milet ji te re dibêje "Paşa". Zeki Müren li wan vedigerîne û dibêje, ji ber ku milet nikare ji wan kesên li Enqereyê re bibêje qûnde, loma ji min re dibêjin paşa. Dengê vî şeytanokî gelek xweş û huznî ye.

Îlon 2016, Mêrdîn.

Kêfxweş im ku te stranên min ji te re şandî ecibandine pismam. Tu ji min dipirsî ka ez bi çend dil û gurçikan dixebitim. Dosto, hed û hesabê dil û gurçikan li cem min nîne. Ji bilî karê xwe, bi deh karên din dadikevim, û ev yek min gelek diwestîne. Ne ji blogê bûya, min ê hemû hesabên xwe yên din bigirta, lê ji ber ku hevpeyvînan dikim, hez dikim reklama wê jî bikim li ser wan hesaban. Gelek caran bi şev, piştî westaneke mezin gava serê xwe datînim ser balîfê dibêjim qey ez ê bimirim û êdî ji xew ranabim. Ev tenê kêliyeke min a bextewariyê ye, mirin li ber dilê min gelekî şêrîn dibe. Ez hê jî wek zarokekî biçûçik, bi tiştekî gelek biçûk re bextewar dibim û heyecanî dibim û ji ber vê heyecan û bextewariyê xew bi çavê min nakeve. Duh gava min li emaila xwe nerî û min dît ku wa ye Berken Bereh pirsên pirsînanê bersivandine, ji heyecan û bextewariya ku ez ê wê hevpeyvînê belav bikim, zû bi zû xew bi çavê min neket û min bi sedan tişt xeyal kirin. Di pirsa dawî ya pirsînanê de ji beşdaran dixwazim ku resimekî derbarê xwe de çêbikin. Pismam tu bibînî bê Mam Berken çi resimekî xweş çêkiriye. Ez baş dizanim, piştî 30-40 salên din dê ev hevpeyvîn gelekî bi qîmet bin û baş dizanim dê heyranên wan van resimên ku ji bo hevpeyvînê xêz kirine, li dîwarê mala xwe daleqînin. Ma bextewariyeke ji vê mezintir heye pismam? Min ev pirs nekira, dê ev resim jî çênebûna û belkî xêzek jî li dû wan nemaya. 

Bextewarî peyveke pir xweş e Omer, û bextewarî bi xwe çalakiyeke pir xweş e. Pêşniyazî te dikim. Tevî ku ez pir zû xemgîn dibim û yekî dilşewat im jî, tevî ku gelek caran li mirinê difikirim jî, kêliyên min ên bextewawiyê jî zêde ne û ji ber tiştên pir biçûk jî bextewar dibim. Wek hevdîtinekê, wek rojekê, wek berhemekê, wek hezkirinekê. Xwe wek qehremanên çîrokên Oscar Wilde hîs dikim gelek caran. Wer bextewar, wer henûn, wer saf û dilpak. Baş e ku min ev hestên zarokatiyê hêj wenda nekirine û ji dest nedane. Însan divê bextewariyê ji nêz ve nas bikin. Ez rastiyê bibêjim, însanên ku heta niha qet bextewar nebûne ji bilî ehmeqan ne tiştekî din in. Însan çawa qet ji ber tiştekî bextewar nabe? Omer tu qala bextewariya xwe bike ji kerema xwe. Nebêje min ez ne bextewar im, ez ê gelekî pê biêşim. Di heyatê de her tim bide pey bextewariyê. Bextewarî nebe, maneya heyatê jî nîne. Ew hêza herî mezin a heyatê ye. Enerjiya min a zêde min diwestîne, laşê min diwestîne, mejiyê min diwestîne, çavê min diwestîne, dilê min diwestîne. Pir xirab e heger tu xwe wek yekî di ser heftêyî re bibînî û min bişibînî gêncîniya xwe. Wer xuya ye tu pir westiyayî û hewesa te li tiştekî nemaye. Hewes divê her hebe, hêvî divê her hebe. Tiştekî ku te bi gêncîniya te ve girê bide divê her hebe. Bêyî wan heyat pûç û vala ye. 

Min Snapchat nebihîstiye. Tiştekî çawa ye? Lê te baş kiriye, hewce nake em xwe berbayî wir bikin. Jixwe hesabên me yên medyaya sosyal zêde ne. Pismamo, xulqtengî taybetiyeke bi însanî ye. Kengî dilê te xwest bila xulqê te teng bibe, xwe rihet berde. Tu xwe çiqas rihet berdî, tu yê bibînî ku bi demê re tu diguherî. Belaheq negotine, piştî tengiyê firehî tê. Ê nexwe piştî xulqtengiyê dê xulqfirehî bê. Xulqê min jî zû teng dibe, lê zû jî fireh dibe. Ê min her tişt pir zû diqewimin. Zû aciz dibim, zû bextewar didim. 

Li cem me, li Bismilê jî dîn zêde bûn. Tenê jineke dîn pir tesîr li min kiribû. Ev ttesîra wê tev li çîrokeke min bûbû û di wir de min hinekî qala wê kiribû. Ji zû ve ye nexuya ye, ditirsim ku miribe. Omer, ez tenê li wêneyan dinerim. Hûn wêneyan digirin û ez jî lê dinerim. Ew hesta etîkbûnê bi min re çênebûye. Loma qet nefikirîme ka etîk e an na gava wêneyan digirî. Tu çawa hest pê dikî? Bi ya te etîk e an na? Te makîneya fotografan çi lê kir? Herî dawî te digot ez ê makîneyeke nû bikirim. 

Tu zû ji rojnamegeriyê aciz bûyî. Wextekê te gelek jê hez dikir ne şaş bim. Karekî dûrî însanan te dît, ji min re jî bêje, ez ê bifikirim. Ê min ez ji mektebê jî gelek aciz bûme. Tevî ku texmîn dikim dê umrê min li mekteban jî derbas bibe, kêfa min jê re nayê. Xwezî derfet hebûya min tu kar nekira an jî karekî derveyî mektebê hebûya ku min ji xwe re bikira. Lê çawa? Îsal, sala min a dawî ye, û karê min deh bar girantir e. Jehrtêketiyên Kpss, Ales, Yds, formasyon, tez, ders û îmtihan. Difikirim gelo nikarim ji van tiştan xelas bibim? Xulqê min jî ji van tiştan re nîne pismam. Te dî me carekê qal kiribû, xwezî miaşekî bidine me û bibêjin tenê bixwînin, yanî xwendevaniya profesyonel e. Lê mixabin xweş heyal e. 

Ê min tu dosye li ber destê min nîne Omer. Niha xwe hazir nabînim ji vî tiştî re. Min terza xwe ya nivîsandinê jî guherand. Loma dilê min niha li tiştekî rûnanê. Demeke pir dirêj ji min re lazim e. Eceleya wê tune ye, kengî bi ser ketim, ew dê jî çêbibe. Beriya ku nameya xwe biqedînim, dixwazim qala tiştekî din bikim ku ev çend roj in tê bîra min. Di nameyên xwe de qet hesta otosansûriyê li cem te çêdibe pismam? Ê min niha li cem min çênebûye, lê heke hestek wiha çêbibe, ji kerema xwe em blogê ji kesên derve re bigirin da ku bi rihetî em ji hev re binivîsin. Çimkî ne tiştekî xweş e, ez pê aciz dibim.

Te maç dikim. 

Înan